Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl: Me %90 wize û hêza rejîma Îranê li Sûriyê ji nav biriye

10:39 - 24 Çirriya pêşîn 2022

Rojnameya “Orşelîm Post”ê pêka gotina berpirsek payebilind ê Îsraîlê nivîsiye, artêşa wî welatî jêrxanên veguhastina cebilxaneyê ji Îranê bo Sûriyê û çêkirina çekan di wî welatî de ji nav biriye.

Wê ronameyê di berdewamiyê de li gor gotina berpirsek payebilin ê Îsraîlê ku nexwastiye navê wî bê eşkerekirin, nivîsiye ku artêşa Îsraîlê derbeyên gelek giran li hêz û wizeya rejîma Îranê ya ji bo veguhastina cebilxaneyê bo Sûriyê û çêkirina çekan di wî welatî de û herwisa avakirna binkeyên leşkerî ji bo leşkerên xwe di Sûriyê de xistiye.

Li gor berpirsên Îsraîlî, artêşa Îsraîlê kariye %90ê jêrxanaên leşkerî û hewlên Îran û Hizbullaha Lubnanê ji bo damezrandina baregehên leşkerî li Sûriyê têk bibe.