Di çend rojan de serhildana xelkê Sineyê kêmtir bibû û rejîmê hewl dida, bide xuya ku rewş hatiye kontrolkirin û rejîm dixwaze îradeyeya xelkê wek reformek xwe bide xuya.
Ew pîlan û bernameyên gemar ên rejîmê di halekê de ne ku piştî ragihantina mangirtina giştî ji 30ê Rezberê ve, li bajarê Sineyê bazar hatin daxistin û xort û keçên wî bajarî ji demjimêrên pêşnîvro heta nîvê şevê di şeqam û kolanên wî bajarî de silogan dane û xwenîşandan kirine û li hember hêzên serkutker sekinîne û çalakî bi rê ve birine.