Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana xwendekaran bi berfirehî li 2`ê Xezelwerê berdewam bûn

22:40 - 24 Çirriya pêşîn 2022

Di çendîn zanîngehên Îranê de xwenîşandana seranserî bo piştevanîkirin ji serhildana seranserî hatine lidarxistin û tevî rewşa ewlehî û garda wîje, xwendekaran silogan li dijî binyata rejîmê dan.

Di bajarê Tehranê de li zanîngehên “Elzehra, Ilm û Sen`et,  Şerîf, Xacê Nesîr, zanîngeha ziman û wêjeya biyanî” kombûn û xwenîşandanên berfireh hatin lidarxistin û tevî hêzên serkutker û parastina zanîngehan û besîcan, li dijî binyata rejîma Îranê siloganên “ jin, jiyan, azadî, em dê şer bikin Îrana xwe bistînin û bimre dîktator” dan û li zanîngeha Xace Nesîr, di dema axaftina “Behadorî Cehromî” de kombûna wî aloz kirin û silogana “bimre Xamineyî” dan.

Di zanîngeha Azad a bajarê Îsfehanê de xwendekaran bi silogana “bêje azadî azadî azadî” xwenîşandanek berfireh lidar xistin.

Di bajarê Tewrêz û li zanîngeha wî bajarî de, xwendekaran bi silogana “jin, jiyan, azadî” piştevanîkirina xwe ji serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê dane nîşandan û kombûnek berfireh lidar xistin.

Herwisa di zanîngeha Pîşeyî ya bajarê “Hemedan”ê tevî dorpêçkirina zanîngehê ji aliyê garda wîje û amadebûna hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîmê, xwendekarên wê zanîngehê kombûnek berfireh li dar xistin û dijî binyata rejîmê silogan dan.

Di bajarê Ehwazê ser bi parêzgeha Xûzistanê de xwendekarên zanîngeha “Çemran” kombûnek bo piştevanîkirin ji serhildana seranserî lidar xistin û siloganên weke “Xwendekar bimre serşoriyê qebûl nake” dan.

Di bajarê Îsfehanê de jî xwendekarên zanîngeha “Felawercan”ê xwenîşandanek berfireh lidar xistin û tevî amadebûna hêzên ewlehî û serkutker, xwenîşandana xwe domandin û hûre ji besîc û hêzên din ên serkutker kêşan û rû bi wan silogana “bê şeref bê şeref” dan.