Roja Duşemî 2`ê Xezelwera 1401`an a Rojî, xwedêjêrazî “Rewşen Ahûnber” xelkê gundê “Enbê” yê girêdayî devera “Tirgewer” a ser bi bajarê “Urmiyê” dayîka pêşmergê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê “Şehab Eskerî”, bi sedema nesaxiyê li temenê 80`ê saliyê de koça dawiyê kir.
Xwedêjêraz jinek nîştimanperwer bû, û hêviya wê azadiya gel û welat bû, û heta dawiya jiyana xwe bi rê û rêbaza kurê xwe yê pêşmerge şanazî dikir û wefadar ma.
Herwisa hevjînê wê yê bi navê “Elî Eskerî” yek ji pêşmergê Hêza Bergiriya Milî ya Kurdistanê bû, û heta dawî jiyana xwe bi rêbaza demokratê wefadar ma.
Termê xwedêjêrazî di nava girseya xelkê li gundî “Enbê” bi axa pîroz a Kurdistanê hat spartin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje, malbat û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe hevparê xema wan dizane.