Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwandekarên zanîngeha Tehranê bersiva tohmetên Xamineyî dan

11:08 - 4 Çirriya pêşîn 2022

Roja Dûşemî 11`ê Rezberê Xamineyî rêberê rejîma Îslamî, di gotinên xwe yên hevdem digel birêveçûna xwenîşandanên nerazîbûnê de, ev fitine dan zanîn û xwandekarên zanîngeha Tehranê jî ev bê bersiv nehêla.

Piştî derbasbûna 18 rojan li ser xwanîşandanên nerazîbûnê yên li dijî qetla hikûmetî ya Jîna(Mehsa)Emînî bi destê hêzên serkutker yên geşta îrşad a rejîmê li seranserê Îranê, Xamineyî rêberê rejîmê ev fitne da zanîn, lê Xwandekarên zanîngeha Terhranê jî li ber deriyê heraseta besîc a zanîngehê kombûn û bi dana siloganên weke “fitne di nav stemkar de ye û ji min re nebêje fitineçî”,  wiha bersiva Xamineyî an.