Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Ned Price”: Divê cîhan guhdarê dengê xelkê Îranê be

10:42 - 25 Çirriya pêşîn 2022

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser wê baweriyê ye ku gelê Îranê divê bikaribe armanc û daxwazên xwe bi zelalî bîne ziman, ji ber ku siyasetmedarên cîhanê her roj van daxwazan dibihîzin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Ned Price” di hevpeyvînekê digel “Dengê Amerîka”yê ragihandiye: “Xelkê Îranê dibêjin ku ew tenê guhertina rejîmê dixwazin û em di dewleta Amerîkayê de hewl didin ku bi hemû hêza xwe ve dengê Îraniyan li navxwe û derveyî welat bidin bihîstin û em nikarin daxwazên xelkê şirove bikin.”

Navbirî di berdewamiyê de dibêje: “Xelkê Îranê bi başî mijûlê wî karî ne û niha divê cîhan dengê xelkê Îranê bibihîze.”