Roja Duşemî 2`ê Xezelwerê Wezîrê Karê Derve yê Spaniyayê "Jose Manuel Albarez" got, eger azar û îşkenceyên xwenîşanderên seranserî yên Îranê ji aliyê hêzên rejîmê ve berdewam bin, tehrîmên Ewropayê yên li dijî rejîma Îranê jî dê berdewam bin.
Jose Manuel Albarez tekez kir: Hem helwesta min û hem jî helwest dewletê zelal e, ji ber ku, dewleta Spaniyayê yekem welat bû ku, balyozê rejîmê yê wir li derheq serkutkirina xwenîşandanan gazî kir.
Herwisa navbirî bi tekezî got: Civîna berê ya şêwreya wezîrên karê derve yê Yekîtiya Ewropayê, li derheq tehrîmên aborî yên li dijî rejîma Îranê bû û jî bi sedema tunditîjî û serkutkirina xwenîşanderan ji aliyê hêzên hikûmetê ve bûye û ev kiriyara naguhere û dubare dibe.