Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

li Norwêjê xwenîşanda cemawerî ya Hizb û aliyên siyasî yên Kurd û Îranê hat lidarxistin

11:45 - 25 Çirriya pêşîn 2022

Piştî banghêjiya Komîte û nûnerên aliyên siyasî li rêkefta 22`ê  “Çiriya Pêşîn” li welatê Norwêjê, bi beşdariya hezaran kesan ji endamên Hizb û rêkxiravan û Îraniyên derveyî Îranê di bajarê “Oslo”ê de, bo piştevanîkirin ji xwenîşandanên ku zêdetir ji mehek berî niha xelkê bêzarbûyî Îranê destpêkiribûn, xwenîşansdanek berfireh lidar xistin.

Xwenîşanderan di wêzgeha qetar a bajarê Osloyê de kombûn û piştre bi parêzeriya polîsê wî welatî bo şeqama bingehîn a wî bajarî û ber bi bînaya Wezarata Derve ya wî welatî bi rê kevtin, xwenîşanderan bi siloganên bi dijî rejîmê û silogana “jin jiyan azadî” û çendîn siloganên din, yekîtiyek bê mînak bo piştevanîkirin ji xwenîşandanên Îranê dane xuya. Cihê gotinê ye ku di vê xwenîşandanê de tev aliyan bi alayên taybet bi xwe beşdarî kirin ku yekîtiya wan hêzên siyasî bala xelkê bo aliyê xwe rakêşa û ku piropagendeyên rejîmê hewl dabû wan çewt nîşan bide.

Di vê xwenîşandanê de hejmarek ji kesayetiyên siyasî û nûnerên rêkxiravên Norwêjê bo şermezarkirin a kuştina xelkê Îranê û piştevanîkirin ji mafê jinan û daxwaziyên wan, amadebûyan peyamên xwe pêşkêş kirin ku ji wan kesayetiyan pêk hatibû:

Serokê Sendîkaya Kedkarên Norwêjê, “Îngon Yerstad”

Endamê Parlemena serbixwe yê Partiya Kedkarên Norwêjê “Manî Husênî”

Endama Parlemena Norwêjê ya Partiya Sor a Norwêjê “Seher Aydar”

Sekretera Eniya Jinan a Norwêjê “Katrîn Lîn Kirîstiyansin”

Di dawiya xwenîşandanê de, amadebûyan destê hevdu girtin û bo çend xulekan bi govend girêdan û sirûda şoreşgerî strandin, piştî 2 demjmêran, dawî bi xwenîşandana xwe anîn.

 

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Komîteya Norwêj