Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên xelkê li dijî rejîma Îranê berdewam in

11:56 - 25 Çirriya pêşîn 2022

Şeva derbasbûyî xwenîşandan li beşek herî zêde ji bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî cinayetên rejîma Îranê û serkutkariyên wê rejîmê di 39`emîn roja xwe de berdewam bû, xelkê serhilder li bajarên weke: “Sine, Mehabad, Serdeşt, Urmiyê, Qesirê şîrîn,Tehran, Benderebas, Meşhed, Rêy, Îsfehan, Kerec, Şîraz, Reşt, Weramîn, Qum” û hin bajarên din bi awayên cuda yên weke dana siloganan, şewitandina binkeyên rejîmê û wêneyên rêberên rejîmê, girtina rêyan bi agir, belavkirina posterên taybet û nivîsandina siloganan li ser dîwarên bajaran xwenîşandanên xwe domandin.

Li bajarê “Mehabad”ê ev heyama çendîn şavane ku welatî li ser şeqaman in û bi şev û roj xwenîşandanan berdewam dikin û li wî bajarî  rêjeyek berçav benêr û wêneyên rêberên rejîmê ji aliyê ciwanan ve hatine şewitandin.

Herwisa şeva derbasbûyî xelkê bajarê “Urmiyê” piştî heyamek zêde bê deng bûnê carek din rabûn û xwenîşandan berdewam kirin.

Weke berê hêzên rejîmê bi guleyan li hember xelkê serhilder rawestan.