Roja Şemî 30`ê Rezberê, şanda PDKÎ ku ji endamên vê partiyê “Xebat Emînî, Azad Mihemedpûr, Perwîz Husênî” pêk hatibû, li mêhrîcana helbestên Kurdî de beşdarî kirin ku ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê ve hatibû lidarxistin.
Mêhrîcan bi ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji rihê pak ya şehîd “Jîna Emînî” û tev şehîdên rêya azadiyê dest pê kir.
Di vê mêhrîcanê de birêveberê mêhrîcanê “Mamoste Şemsedîn(Hafiz), ew mêhrîcan pêşkêşî canê paqijê şehîd “Jîna Emînî” û xebata nû ya Rojhilatê Kurdistanê kir.
Herwisa derthêner û rojnamevanê Kurd Dr. “Îbrahîm Mehmûd” li derheq hevgirtina refên Demokrat keyfxweşiya xwe nîşan da û pîrozbahî li Hizba Demokrat kir.
Helbestvan û rojnamewan di vê mêhrîcanê de çendîn helêbest pêşkêş kirin ku navê Pêşewa Qazî, Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî û komara Kurdistanê çendîn caran dubare bûn.
Herwisa helbesta Behar Husênî bi şêwaza vîdyoyî hate belavkirin ku pêşewaziyek gerim jê hat kirin.
Di dawiya mêhrîcanê de kesayetiyên siyasî û helbesvanan tevî pirsyarkirin ji rewşa xebat li Rojhilatê Kurdistanê, piştevaniya xwe ji xebata vê beşa Kurdistanê nîşan dan û daxwaza pêwendî û hevkariya zêdetir digel Hizba Demokrat kirin.