Roja Şemî 1`ê Xezelwerê, bo yada 3`emîn salvegera koça dawiya Serokê Partiya Pêşveroya Kurd li Sûriyê “Hemîd Hacî Derwêş”, ji aliyê vê partiyê ve li bajarê “Molhaym Endîr Roîr” li welatê Alman bi rê ve çû.
Şanda PDKÎ ya Komîteya Alman ku ji “Mihemed Axayarî” û berpirsa Pêwendiyên Komîteya Alman a PDKÎ “Behar Hisêynî” pêk hatibû, di vê rêûresmê de beşdarî kirin û peyama Komîteyê pêşkêş kirin û li ser navê PDKÎ yada wî serkirdeyî naskirî û xwedî bandor ê gelê Kurd û dostê Hizba Demokrat, bi bilind ragirtin.
berpirsa Pêwendiyên Komîteya Alman “Behar Hisêynî” tevî îşarekirin bi hevgirtina refên Hizba Demokrat û girîngî û destkevtên wê yekîtiyê û herwisa mûşekbaranê, di vê rêûresmê de got: “Em dibînin ku li seranserê cîhanê alaya Kurdistanê li destê keç û xortên Kurd de ye, tev cîhan bas ji şehîd “Jîna Emînî”yê dike. Cîhan bi tevahî bas ji serhildana “jin, jiyan, azadî”yê dike, ew şoreşa berhema cangorîkirin, jixwederbasbûn û qehremanetiya gelê Kurd e, ku piştire yekgirtina refên Hizba Demokrat serî hilda, ew ceribandinek bi nirx û rohn e û hewce ye hemû beşên Kurdistanê, îro yekgirtî bin û wekhevî û hevxebatiyê biparêzin, bi taybet li Rojavayê Kurdistanê.