Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Gel ya Ewropayê ji têkoşîna bivêrane ya jinên Îranê piştevanî kir

12:14 - 25 Çirriya pêşîn 2022

Roja Duşemî 2`ê Xezelwerê, Girûpa Partiyên Gel ya Ewropayê(EPP) mezintrîn girûpa partiyên parlemena Ewropayê, li ser rûpela twîtera xwe rû li jinên Îranê nivîsî: Hûn sebebkarê guherînkariyê ji Îranê de ne, em piştevaniya we dikin.

Gotûbêjên wan partiyan di axaftinên xwe ya li civîna Parlementoya Ewrûpayê de gotin:

Zeliana Zuvoko (EPP): Ez ji mirina Jîna(Mahsa) Amini pir xemgîn im. Ji ber ku hicabeke neguncav li xwe kiribû hat girtin. Ew neçar ma ku tûşî tunditîjiyek ku nayê behskirin ji aliyê hêzên geşta Îrşad ve ceribandin.

David McAllister, Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamentoya Ewropayê: Divê tunditîjiya hovane ya hêzên ewlekariya meleyan ya li dijî xwepêşanderên aştiyane bi lezgînî rawestîne. Divê Konseya Ewropayê cezayên tunditir bisepîne.

Xavier Zalzalkhous: Gelê Îranê ji bo mafên xwe têdikoşin û jiyana xwe dixin metirsiyê. Ewan mafê vê yekê hene ku bizanin Ewropa bi tundî li kêleka wan rawestiye