Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemed Mamedî pêşmergê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê koça dawiyê kir

17:16 - 25 Çirriya pêşîn 2022

Roja Duşemî 2`ê Xezelwera 1401`an, Mihemed Mamedî xelkê gundê Dêrik a girêdayî bajarê Selmasê,  û pêşmergê berê yê Hizbê bi sedema nesaxiyê li wî bajarî koça dawiyê kir.

Mihemed Mamedî li destpêka xebata eşkere ya Hizbê û piştî serkevtina serhildana gelên Îranê li Rêbendana sala 1357`an û avabûna Hêza Pêşmerge li Bakûrê Kurdistanê, bo heyama 6 salan di nav refên pêşmergeyên Hêza Kurdistanê de bû û weke pêşmergeyekî dilsoz li Hêza Şehîd Serwan Hatem de erkên pêşmergayetiyê birê ve dibir.

Mihemed Mamedî birayê Erşed Mamedî naskirî bi (Eşo) û (Zilmat) Mamedî fermanderê berê yê Hêza Pêşmerge bû.

Erşed Mamedî çendîn salan li hember jandarmêriya rejîma paşayetiyê têkoşîn kir û piştire bi sebeba pîlaneke navxweyî hat kuştin.

Zilmat Mamedî yek ji fermanderê naskirî û lêhatî yê Hêza Pêşmergê Kurdistanê bû ku heyamek zêde fermanderê Desteya komanduyan a Azaratê li Hizba Demokrat li bajarê Selmasê  bû.

Zilmat Mamedî çend salan berî niha li Bakûrê Kurdistanê koça dawiyê kir.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje, malbata Mihemed Mamedî û xelkê nîştimanperwer yê bajarê Selmasê û xwe hevxemê wan dixizane.