Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîra Karê Derve ya Kanadayê li hember serkutkariyên rejîma Îranê de bertek nîşan da

11:40 - 4 Çirriya pêşîn 2022

Roja Dûşemî Wezîra Karê Derve ya Kanadayê “Melanie Jolly” li hember serkutkirina xwenîşandanên aştiyane yên Îranê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê  ve bertek nîşan da.

“Melanie Jolly” Wezîra Karê Derve ya Kanadayê got: Rapor vê yekê nîşan didin ku binçavkirin û bikar anîna tundtîjiyê li hember xwandekarên zanîngeha Şerîf ya Tehranê cihê nîgeraniyê ye û mifawergirtin ji tunditîjî û zodariyê li hember xwenîşandanên aştiyane de ti hincetek tune ye û ev mînakek din a guhnedana rejîma Îranê bi mafê mirov e.

Her di vê pêwendiyê de dewleta Kanadayê 9 navend û 25 berpirsên rejîma Îranê bi sebeba  binpêkirina mafê mirov baykut kirin.