Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwadekarên zanîngehên seranserê Kurdistan û Îranê di berxwedaniyê de ne

11:23 - 26 Çirriya pêşîn 2022

Keç û xortên xwandekar ên zanîngehên weke, zanîngeha Îsfehan, Yezid, Bihîştî ya Tehranê, Kirman, Şehrê Kurd, Qum, zanîngeha Elame Tebatebayî, Hemedan û din zanîngehên yên Kurdistan û Îranê, di hewşên zanîngehan de kombûn xwenîşan kirin û siloganên, "Azadî, Azadî, Azadî, û Mirin bo dîktator dan.

Li zanîngeha Îsfehanê, xwandekarên wê zanîngehê li cihê bêhnvedanê de kombûn û silogana "çilê Mehsayê ye, navtenga nizamê xwar bûye"  dan.

Herwisa li zanîngeha Îsfehanê jî, xwandekaran, bi dana silogana "Mirin bo zalim çi şa be çi jî rêber be " kerb û kîna xwe li dijî zordarî û serkutkariyên desthilatdarên rejîma Îranê anîn ziman.

Her di vê pêwendiyê de, dersxwanên bajarê Reşt û navenda Gîlanê jî, rijyane ser şeqmanan û bi dana silogana "Jin, Jiyan, Azadî" li hember serkutkarî û reftarên tunditîjî û hovane yên hêzên rejîma Îranê, berxwedanî kirin.