Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarên Rojhilatê Kurdistanê man girtin

11:27 - 26 Çirriya pêşîn 2022

Roja Çarşemî 4`ê Rezberê ku çileya şehîdkirina “Jîna Emînî”ye, piraniya bazarî û dukandarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê li serê sibê de mangirtin û dukan û bazarên xwe bi nîşana nerizaytiyê û bilind ragirtina çileya “Jîna” û rêzek bo tev şehîdên destê rejîma Îranê daxistin.

Heta dema belav bûna vê nûçeyê bajarê “Merîwan, Sine, Seqiz, Mehabad, Pîranşar,Bokan, Kamêran, Bane, Serdeşt, Riwanser,Ciwanro,Dêwilan, Dîwandere, ” mangirtine û tewahiya dukan û bazaran hatine daxistin.

Herwisa dukandar û bazariyên bajarên Îranê jî yên weke “Krman, Esfehan, Tehran”ê jî mangirtin.

Û ji aliyek din kedkarên Palavtingeha Nefê a bajarê Tehranê jî mangirtin û li ber deriyê cihê kar kirina xwe de kombûn.

Li bajarê “Seqiz”ê tevî mangirtina seranserî û mîlîtarîzekirina bajar û girtina rêya goristana “Ayîçî”, hejmarek zêde ji welatiyan li ser tiriba şehîd “Jîna Emînî” amade bûn û carek din bi yekîtiyek bê mînak li dijî rejîma Îranê silogan dan.

Eva du mehe ku li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi roj mangirtin tên encam dan û bi şev jî xelk derdikevin ser şeqaman û xwenîşandanên xwe berdewam dikin.