Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di çendîn bajarê Rojhilatê kurdistanê di şeva Sêşemiyê 3ê Xezelwerê berdewam bûn

11:30 - 26 Çirriya pêşîn 2022

Di bajarê “Seqiz, Mehabad û Bane”yê de xwenîşandan hatine lidarxistin û tevî mîlîtarîzekirina bajarên Rojhilatê Kurdistanê û hêza taybet a serkutker, xelkê wan bajaran xwenîşandan lidar xistin.

Di bajarê Baneyê de keçên serhilder bi silogana “sibê çilê  jînayê ye Kurdistan serî natewîne” rijiyane ser şeqaman û xwenîşandanek berfireh lidar xistin.

Herwisa li bajarê Mehabadê, keç û xortên wî bajarî tevî rewşa ewlehî di wî bajarî de, li demjimêrên şevê siloganên weke “Jin Jiyan Azadî” û “Bimre dîktator” li ser dîwarên wî bajarî nivîsandin.

Di bjarê seqizê de bi hezaran kes li ser şeqaman bûn û li nêzî hotela Kurd a wî bajarî jî kombûn hebû û pêka girte dîmenên belavbûyî, dengê teqe jî hatine bihîstin û hêza ewlehî û hêza taybet di derdora wê xwenîşanndanê de bûn, lê nekarîn rêgirî ji xwenîşandanên xelkê bikin.

Di roja Çarşemî û çileya şehîdbûna “Jîna Emînî”yê de jî mangirtin li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve çûn û birêveçûna çileya “Jîna”yê li goristana “Ayçî” bi beşdariya rêjeyek zêde ji xelkê bi rê ve çûye.