Rewşa bajarê Seqizê bi giştî awarte ye û hêzên rejîmê tevî mîlîtarîzekirina bajar, pêşiya xekê digirin û nahêlin li ser tirab Jîna Emînî amade bin; Lê xelk ji rêyên çolatî ve diçine nav goristan Ayçî.
Çavkaniyek agehdar li Seqizê bi malpera “Kurdistanmedia”yê re ragihand, ku heta niha hezaran kes di nav goristana Ayçî de amade ne û siloganên tund li dijî rejîmê didin.
Vîdyoyên kombûna xelkê di nav goristana Ayçî ya Seqizê de nîşan didin ku xelk axabaniyên xwe bilin dikin û silogana “jin jiyan azadî” didin.
Li hin dîmenan de jî xelk silognên wek “Kurdistan goristana faşîstan, azadî azadî êdî bes e bêdadî, jin jiyan azadî, mirin bo dîktator, mirin bo caş, heta Kurdek bimîne dê Kurdistan bimîne dan.”
Li bajarên Îran û Kurdistanê xelk hatine Seqizê û di çileya kuştina Jîna Emînî de beşdarî kirin û biryar e ku piştî nîvroyê jî birijine ser şeqaman û li dijî rejîmê xwenîşandanê bikin.
Ev nûçeye dê nû be…