Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşa xwandekaran li piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhilda

16:35 - 26 Çirriya pêşîn 2022

Xwandekarên piraniya zanîngehên Îranê îro Çarşemî 4`ê Rezberê digel çileya şehîd “Jîna Emînî” bi awayeke berfireh destkirin bi xwenîşandanan.

Di zanîngehên bajarê “Şîraz, Esfehan, Kirman, Tewrêz, Tehran, Kerec, Erdebîl, Meşhed, Qezvîn, Yasûc, Kirmaşan, Gurgan, Erak, Hemedan, Birûcêrd, Ehwaz, Babol, Şahînşer,  Rêyî, û  herwisa zanîngehên Tehranê yên weke zanîngeha Bihştî, zanîngeha zanista lêkolînê, Emîrkebîr ” û çendîn zanîngehên din xwandekarên serhildêr li dijî rejîma Îranê û binyata wê berxwedan.

Li piraniya wan zanîngeha de hêzên rejîmê û besîciyên rejîmê bi gazên rundikrêj û guleyên şer êrîş kirine ser xwandekaran, û ji aliyek din ve hirasetên zanîngehan ku piraniya wan girêdayî hêzên Îtilaata rejîmê ne bi awayekî hovane êrîş kirine ser xwandekaran. 

Herwisa li Emîrava ya Tehranê jî, pîşizkên wir kombûnên nerazîbûnê lidarxistin û hêzên serkutkar yên rejîmê teqe ji pîzîşikan kirin.