Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Partiya Demokrat li bajarê Rebetê koça dawî kir

19:56 - 26 Çirriya pêşîn 2022

Roja Sêşemî 3`ê Xezelwera sala 1401`an a Rojî, “Hemze Îbrahîmiyan” endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û xelkê gundê “Mêvine” û rûniştiyê bajarê Rebetê bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî “Hemze” kurê xwedêjêrazî hecî “Xidir Mêvine” bû. Navbirî li heyama salên 46 û 47`an a Rojî digel birayê xwe yê bi navê Hesenî peywendî bi rêkxistina Partiya Demokrat girtibûn û bi fermî daxwaza endambûnê dikin û peywendiya wan digel şehîdê nemir “Mîneşeme” dibe.

Piştî şikesta hereketa çekdarane ya salên 46 û 47`an navbirî dirêje bi karê rêkxistinî digel Partiyê dide û piştî şoreşa gelên Îranê bi awayek eşkere alîkariya şoreşê dide.

Navbirî wekî endamekî çalak erkê hizbî bi rêve dibir û hertim derê mala wan bo Pêşmergeyên hizbê vekirî bûye.

Navbirî tevî birêvebirina karûbarên rêkxistinî, yek ji endamê hêza bergirî ya netewî bûye û alîkarê hêza Pêşmerge bûye.

Ew kesên ku digel xwedêjêrazî Hemze hevkar bûne şahîdiya vê yekê didin ku navbirî çiqas endamekî çalak bûye û li ser rêbaza Partiya Demokrat û gelê Kurd fîdakarî kiriye.

Termê navbirî bi amadebûna xelkê deverê bi axa pîroz a Kurdistanê hat spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje, xizm û kesûkarên navbirî û malbata Îbrahîmiyan û tev xelkê devera Rebetê, û xwe şirîkê xema wan dizane.