Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî: Xelkê Kurdistanê bi serhildana wêrek û bêwestan a xwe îspat kirin ku Kurdistan qada azadiyê ye

00:31 - 27 Çirriya pêşîn 2022

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi minasibeta birêveçûna nerizayetiyên xelkê li çileya Jîna Emînî daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Xelkê azadîxwaz û xebatkar ên Kurdistanê!

Mafxwazên seranserê Îranê!

Mamoste, dersxwan, kedkar û tev bazariyên Kurdistan û Îranê!

Tevgera Kurdî û tev hevnîştimaniyên derveyê welat

Roja 4ê Xezelwera 1401an a Rojî, 40 roj bi ser şehîdkirina Jîna Emînî û 40 roj ji xwenîşandan û nerizayetiya destpêka tevgera nû ya Jînayê re derbas bû. Li bajarê Seqizê, cihê jidayîkbûna Jînayê, xelkê vî bajarî û bi hezaran kes ji bajarên din ên Kurdistan û Îranê ku bi hilkefta çileya Jînayê serdana vî bajarî kiribûn, wan hemaseyek din afirand.

Roja 4ê Xezelwerê çileya kuştina Jîna Emînî bû bi qonaxeke werçerxan ji tevgera mafxwazane ya xelkê Kurdistanê û di dîroka tevgerê de bi ronahî dimîne. Hevdem li hemû bajarên Kurdistanê û gelek bajarên Îranê bi minasibeta çilemîn roja şehîdkirina Jîna Emînî girev girtin û xwenîşandan û nerizayetî bi rê ve çûn, û xelkê bi dana siloganana jin, jiyan, azadî û silogana herifîna rejîmê, piştevaniya seranseriya xwe nîşan dan û herwisa jinên azadîxwaz li hemû bajaran de pêşeng û rêberiya wê narizayetiyê bûn.

Xelkê xweragir ên Kurdistanê bi serhildana xwe ya netirsane û dengê bilind ê mafxwazî û bêwestan îspat kirin ku Kurdistan keleha polayî û neşikestî ya azadîxwazan û qada azadiya mirovovan di şoreşê de ye û heta ku hemû daxwazên xwe yên rewa bi dest neyêne, ti carî aram nabe. Bi vê minasibetê em jî li Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê destpêkê silavan pêşkêşî canê hêja û hezkirî yê hemû şehîdên vê şoreşê dikin û tevî hevxemiya xwe bo tev xelkê Kurdistanê û malbat û kesûkarên wan û şanazîkirin bi yekrêzî û yekdengiya wan ya bê mînak, em ji kûrahiya dil ve spas û pêzanîna xwe pêşkêşê we dikin û soza me piştevanî û hevxebatiya we ye heta dawî qonaxên serkevtinê..

Piştî derbasbûna çil roj têkoşîn, ezmûn û destkevtên mezin û giranbuha yên serhildanê, dîsan qonaxeke nû dikeve ser rêya me ku pêwîstî bi çalakî, pêngav û rêyên cuda yên berdewamkirinê heye. Xelkê Kurdistanê bi dirêjahiya dehan sal bi giştî û serhildana wan 40 rojan bi taybetî, gihiştiye astekê ku bi xwe rêberiya tevgerê bike û bi rêkarên cuda û afirandinkarane li hember serkut û kuştara rejîmê helwêstê bigire.

Di dawiyê de em carek din spasî û hevxemiya xwe arasteyê hemû xelkê Kurdistanê û hemû azadîxwazên Îranê dikin û destê wan diguhişînin.

Bijî berxwedan, yekîtî û hevgirtina me!

Biherife rejîma Komara Îslamî

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê