Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn nûner û berpirsên welatên Ewropa û Amerîkayê, rejîma Îranê li derheq dana dronan ji Rûsyayê re rexne kirin

12:05 - 27 Çirriya pêşîn 2022

Nûnerên welatên Norwêj û Birîtanyayê yên li Şêwreya Ewlehî de, rejîma Îranê ji ber dana dronan ji Rûsyayê rexne kirin û gotin: Rûsya ji wan dronana bo êrîşkirina li ser sivîlan bikar tîne û ev cinayet şer e.

Her di vê pêwendiyê de, nûnerê Birîtanyayê got: Destê Îran û Rûsya di binpêkirina biryarnameya 2231`an ya Şêwreya Ewlehî de eşkere bûye.

Herwisa Berdevkê Şêwreya Ewlehî ya neteweyî yê Koşka Spî yê Amerîkayê “John Kirby” got: Dibe ku Rûsya li pey alîkarî dan bi rejîma Îslamî, bona serkutkirina xwenîşanderên seranserî yên Îranê ye.

Her di vê derheqê de jî, wezîrên jin yên 12 welatan di daxuyaniyekê de, binpêkirina mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê li derheq serkutkirina serhilderan, bitaybet serkutkirina hovane ya jinên nerazî şermezar kirin.

Serokwezîrê Australiyayê “Anthony Albanese” jî, dubare serkutkirina xwenîşandarên demokratîk yên bi destê rejîma Îslamî şermezar kir û ji rejîma Îslamî daxweaz kir ku rêz ji mafê mirov û mafê xelkê bo nerizayetiyên aştiyane bigire.

Hevdem digel çileya qetla hikûmetî ya Jîna(Mehsa)Emînî, Şehram Nazirî hunermend û mamosteyê naskirî yê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî, li ser rûpela Îstgrama xwe nivîsî: “Em çileya kîj zaroka xwe bigirin? Kîj nav? Kîj bajar? Em li çileyan de şînê nakin, çimkû zarokên me hertim zindî ne û dersa azadiyê didin”.