Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şanoya rejîmê li Şahçiraxa Şîraz û Metropola Ehwazê

12:07 - 27 Çirriya pêşîn 2022

Rejîma Îranê bi sedema şikesta hêzên serkutker li hember serhilderan û berfirehtir bûna vê serhildanê, dest bi çêkirina şanoyên wek trajîdiya Şahçirax a Şîraz û Metropol a Ehwazê kiriye ku bikare heta astekê bala xelkê bo wan bûyeran rakêşe û hincetekê bo serkuta serhilderan çê bike.

Rejîma Îranê çend demjimêran berî kiryara terorîstî ya li Şahçiraxa Şîrazê postera wê cinayeta xwe çêkiriye û pêka girte vîdiyoyên belavbûyî, dema çêkirina postera belavbûyî çendîn demjimêran berî qewimîna wê cinayetê ye.

Berpirsên payebilind ên rejîmê bo serkuta zêdetir a xelkê hinceta vê girtine ku bi sedema wan aloziyan, DAÎŞê derfet peyda kiriye ku, kiryarek wiha encam bide û Mihemedbaqir Qalîbaf gotiye: “Ew bûyera gotina dawî bo wan kesan e ku di heftiyên derbasbûyî de bi çêkirina aloziyan, derfet bo fitneyên dujmin afirandin e.

Herwisa Îbrahîm Reî`sî soza tolhildanê daye ku armanca serkuta zêdetir a xelkê serhilder e.

 Ew gotinên berpirsên rejîmê di halekê de ne ku, xelkê Kurdistan û Îranê dizanin ew jî şanoyek bi xwîn a rejîmê ye ku bûye sedema canjidesdana zêdetir ji 15 kesan û birîndarbûna 23 kesan.

Fermandeyê hêza Întizamiya parêzgeha “Fars”, “Reham Bexş Hebîbî” gotiye, tenê kesekê çekdar ev kiryar encam daye, lê nûçegihaniya “IRNA” a girêdayê rejîmê, di amarek cuda de gotiye, 3 kes bikerê wê kiryarê bûne.

Herwisa rejîma Îranê daxuyaniya DAŞê 30 meha Rebî-Ewel belav kiriye, di demekê ev meha 29 roje ne 30 roj.