Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dersxwanên Şîrazê li hember serkutkariyên rejîmê de agir berdan wêneyên Xamineyî Xomêynî

12:03 - 4 Çirriya pêşîn 2022

Roja Dûşemî 11`ê Rezberê hejmarek ji dersxwanên bajarê Şîrazê, li hember serkutkariyên hêzên rejîmê de, bi havêtina xavikên xwe û agir berdana wêneyên Rohilla Xomêynî û Elî Xamineyî, nerazîbûna xwe nîşan dan.

Dersxwanên bajarê Şîrazê hevdem bi agirberdana wêneyên Xomêynî û Xamineyî rêberê rejîma Îslamî,  siloganên li dijî rejîmê yên weke, “Xamineyî qatile û wilayeta wî betale” li hember siyasetên serkutkarî yên rejîmê de nerazîbûna xwe nîşan da.

Herwisa Îro Sêşemî 12`ê Rezberê, li bajarê Meşhedê jî bazariyan li hember serkutkarî û zordariyên hêzên ewlehî û siyasetên hovane yên rejîmê yên li derheq welatiyan de, bi daxistina dukan û bazaran mangirtin û wiha nerazîbûna xwe anîn ziman.