Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 13 berpirsên Spaha Pasdarana terorîst û 3`ê navendên din yên rejîma Îranê tehrîm kirin

12:12 - 27 Çirriya pêşîn 2022

Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê di biryarek nû de 13 berpirsên ewlehî yên Spaha Pasdaran a terorîst û 3`ê navendên Îranê ku di qutkirina înternetê û serkutkirina xwenîşanderan de dest hebûne tehrîm kirin.

Roja Çarşemî 4`ê Xezelwerê, hevdem digel çileya qetla hikûmetî ya Jîna(Mehsa)Emînî, li şeqamên bajarên Kurdistan û Îranê de serhilderan li hember serkutkariyên hêzên rejîma Îslamî de berxwedanî dikirin, Wezareta Xezînedarî ya Amerîakyê jî, di daxuyaniyekê de ragihand, tehrîmên nû li dijî berpirsên Spaha Pasdaran a terorîst, berpirsên girtîgehên çendîn parêzgehan û girtîgeha Bûşehrê û du kompaniya, radigihîne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, Hişmetula Heyat El-Xeyîb berpirsê girtîgehên parêzgeha Tehranê, Hidayetula Ferzadî berpirsê girtîgeha Êvînê, Murad Fethî, berpirsê giştî yê girtîgehên Kurdistanê, Heyder Pesendîde berpirsê girtîgeha Sine, Murteza Pîrî berpirsê girtîgeha Zahidanê, Mihemedhisên Xosrewî berpirsê giştî yê girtîgehan hatine tehrîmkirin.