Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşek ji besîcan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê çekê xwe danîn

12:23 - 27 Çirriya pêşîn 2022

Pêka nûçeya “Resedê Belûçistanê” tevahiya besîcên binkeyeke besîcan li bajarê Xaş û herwisa zêdetir ji 11 besîcan li bajarê Serbaz li parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê çekên xwe danîne.

Kanala Telegramî ya “Resedê Belûçistan”ê belav kiriye ku tevahiya besîcên binkeya besîcan a devera “Kolko” ya bajarê Xaş û zêdetir ji 11 besîcan li bikeyên besîcan ên bajarê “Serbaz”ê çekên xwe danîne û dest ji kar berdane û hevkariya xwe digel besîc û Spaha Pasdaran a terorîst qut kirine û daxuyaniyek belav kirine.

Wan besîcan di daxuyaniya xwe de gotine: “Em tevahiya besîcên binkeya devera “Kolko”yê piştevaniyê ji Mewlana Ebdulhemîd dikin, cinayeta roja Înê ya şehîdên zilimdîtî yên Zahidanê bi tundî şermezar dikin û me biryar daye ku, ji wî karê xwe yê serşorane û rezîlane û birakujiyê dest hilgirin û dest ji kar berdin û ji binkeyê derkevin, em hivîdar in ku eger rojek devera me azad be, binkeyên besîcan bibin bi keskatî û park”.

Herwisa vê kanala telegramî belav kiriye ku, dest ji karberdan a hêzên besîc di vê parêzgehê de zêdetir bûye.