Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di xwenîşandana bajarê Mehabadê de serhilderekî bi navê “Îsmaîl Mewlûdî” naskirî bi “Simko” hat şehîdkirin

12:24 - 27 Çirriya pêşîn 2022

Ser êvareya roja Çarşemî 4`ê Xezelwerê, serhildana xelkê li piraniya taxên bajarê Mehabadê dest pêkir û li taxa “Berê Şîlan”ê xelkê agir hilkir û bi dijî rejîmê silogan dan.

Piştî berfirehtir bûna xwenîşandan û kombûna xelkê, hêzên rejîmê hewla rêgirî ji xelkê dan ku di encam de şer û pevçûn qewimî.

Êrîşa xelkê bo aliyê kelanteriya 13 li taxa “Baxê Şayîgan”ê, hêzên rejîmê neçar bi paşekêşeyê kirin û şer û pevçûn berdemam bû.

Bi sedema teqeya hêzên rejîmê, mixabin welatiyê Kurd “Îsmaîl Mewlûdî” naskirî bi “Simko” şehîd bû û 2 welatiyên din jî birîndar bûn û çend kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Termê şehîd “Simko” di mizgevta devera “Gumrik” a bajarê Mehabadê de bi siloganên şoreşgeriyê pêşewazî jê hat kirin û daxwaz ji xelkê hate kirin ku bi ax spartina şehîd “Simko” de beşdariyê bikin.

Sibêdeha roja Pêncşemî 5`ê Xezelwerê, termê şehîd “Simko” li ser destê xortên bajar, ber bi goristana bajar ve bi rê kevt.

Hezaran kesî di bi ax spartina şehîd “Simko” de beşdarî kirin û dehan siloganên dijî rejîma Îranê û caşan dan û xelkê li ser tirba şehîd “Simko” sirûda netewey ya “Ey Reqîb” strandin û dengê azadîxwaziya xwe gihandin guhî tev aliyan û kerb û kîna xwe, dane xuya.