Roja Pênçşemî 5`ê Xezelwerê, malbata Nîka Şakeremî digel xelkek zêde yên deverê sê rojan zûtir li ser tirba wê li gundê “Heyat El-Xeyîb” ê ser bi bajarê Xuremavayê kombûn û merasima çileya wê bi rê ve birin.
Xelkê beşdar di merasima çileya şehîd Nîka Şakeremî, bi dana siloganên “îsal sala xwînê ye, Seyîd Elî sernixûne û mirin bo dîktator, mirin bo Xamineyî, mirin bo wilayeta feqîh” kerb û kîna xwe li dijî cinayetên rejîmê nîşan dan.
Li rêkevta 30`ê Xermananê, Nîka Şakeremî keça 16 salî ya xelka gundê Heyat El-Xeyîb ê ser bi bajarê Xoremavayê, di serhildana seranserî ya li dijî rejîma Îslamî ya Îranê li Tehranê bi destê hêzên serkutkar şehîd bû.
Li ser biryara malbata Nîka Şakeremî merasima çileya wê sê rojan zûtir li gundê navbirî bi rê ve çû.