Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê kolberên Kurd li bajarê Newsûdê hatin birîndarkirin

17:04 - 27 Çirriya pêşîn 2022

Ajansa Nûçegihaniya kurdpayê belav kiriye ku êvareya roja Çarşemî 4`ê Xezelwerê, sê kolberên kurd ên bi navên “Velî Emînî” kurê Xerîb, “Eyûb Babayî” kurê Şebîb û “Selam Sefayî” kurê Hesen, xelkê bajarê Selasa Bawecanî, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li bajarê Newsûdê hatin birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê bi bê agehdarkirina berê ew sê kolberên Kurd dane ber teqeya rasterast.

Ew sê kolberên Kurd bona tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmaşanê hatin veguhastin û niha di bin tedawiya pizîşkî de ne.