Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Cavîd Rehman” daxwaza lêkolîna serbixwe li deerheq binpêkirina mafê mirtov li Îranê kir

17:06 - 27 Çirriya pêşîn 2022

Raportêrê Taybet ê Saziya Netewên Yekgirtî yê Mafê Mirov li Îranê “Cavîd Rehman”, daxawza rêkxistina lêkolînek serbixwe ya hemû alî li derheq tevahiya binpêkirinên mafên mirovî li Îranê kiriye.

Roja Pêncşemî 5ê Xezelwerê, “Cavîd Rehman” tevî rexnegirtin ji berpis û piledarên rejîma Îranê di binpêkirina mafê welatiyan de û bersivnedana wan got: “Kanalên lêkolîneyî û lêpirsînên navxweyî yên niha li Îran, heta niha negihaştine pîvanên herî kêm ên pêwîst ji wan “rohnî, rastî û bêalîbûnê” bi cih bînin.”

Herwisa navbirî tevî daxwaz lêkolîna serbixwe ya binpêkirina mafê miriv berî şehîdkirina Jîna Emînî û piştî şehîdkirina wê gotiye: “Xelkê nerazî li seranserê Îranê daxwaza dadperwerî û bersivdanê li derheq kuştina Jîna Emînî û herwisa rêzgirtin ji mafên bingehîn ên civakî, aborî, siyasî û bi taybet azadiya gotinê dikin”.

“Cawîd Rehman” di gotinên xwe de îşare bi kuştina 27 zarokan li serhildana xelkê Îranê, lêdan, kutan îşkenceya jinan û zarokan ji aliyê hêza Întizamî yên rejîmê û bikaranîna gulleyên şer û êrîş bo ser xwendingehan û reftara hovaneya rejîmê li girtîgehan bi taybet girtîgeha “Êvînê” kiriye.