Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belavoka Fransî ya “Lobes”ê berga hejmara nû terxan kir bi xwenîşandanên li Îranê

17:13 - 27 Çirriya pêşîn 2022

Belavoka “Lobes”ê berga hejmara xwe ya nû terxan kir bi silogana “jin jiyan azadî” ya xwenîşandanên li Îran û Kurdistanê.

Birêvebera Edîtora vê kovarê “Sêsîl Piriyor”, îro roja Pêncşemî 5ê Xezelwerê bi weşana vê berga hejmara nû ya belavoka Lobêsê li ser rûpela xwe ya Twîterê nivîsî: “Îran, azadî li hember axûndan”. 40 roj piştî kuştina trajîk a Mehsa Emînî ku ji ber serqotiyê ji aliyê polîsan ve hate kuştin, li Îranê xwenîşandan berfireh bûne. Tê xuya ku rejîma Îranê ji aliyê hin ciwanên ku êdî ji ti tiştekî natirsin, nearam bûye.”