Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Hevkarî li ser rewşa hestiyar a Mihabad û bajarên Kurdistanê

11:13 - 28 Çirriya pêşîn 2022

Deqa daxuyaniyê wiha ye!

Hevnîştimniyên xebatkar!

Hizb û aliyên siyasî yên Kurdistan û Îranê!

Saziyên navdewletî yên mafê mirovî

Xwenîşandan û nerazîbûnên xelkê Îran û Kurdistanê di heyama 40 rojên borî de berfirehtir bûne û yekrêziya di navbera hemû tex û qatan û neteweyên bindest ên Îranê de rû li zêdebûnê ye.

Roja 4ê Xezelwera 1401an a Rojî, li ser banghêjiya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, bo birêvebirina rêûresma çilemîn roja şehîdkirina jînayê, xwenîşandanên vê cemaweriyê gihiştine lûtke û qonaxekê ku êdî nayê vegerandin. Li seranserê Îranê xwenîşandan bo piştevanî li Kurdistanê û bi boneya çileya Jînayê, piraniya bajaran li xwe girt û yekrêziya di navbera xelkê Kurdistan û Îranê de qahîmtir bû.

Hevdem digel berfirehbûna xwenîşandanan û bilindbûna morala cemawer, hêzên rejîmê bi awayekî hovane xwenîşanderan tepeser dike. Di heyama du rojên derbasbûyî de li Qesra Şîrînê heta Urmiyê 7 kes şehîd bûne û bi sedan kes jî birîndar bûne û em sersaxiya xwe arasteyê malbatên serbilind ên şehîdan dikin û hêviya başbûna birîndaran dixwazin.

Siyaseta Navenda Hevkarî di vê tevgera nû de eva ye ku di navbera tevgera Kurdistanê û tevgera neteweyî de yekitî û yekrêzî pêk were û ev yeka were parastin. Lewa em tekeziyê li ser parastina aramiya xwenîşandanan û gotona wan siloganan dikin ku seranserî bin û xizmetê bi cemawerîkirina şoreşê bike. Em daxwazê li keç û xortên xebatkar yên Kurd dikin ku di nav xwenîşandanan de taktîk hebin ku bibe alîkar ji bo yekîtiya giranbuha ku niha li seranserê Kurdistan û Îranê pêk hatiye. Herwisa şêwaza xebat û berxwedanê jî bibe alîkar ku tevger berfireh bibe û tevlîbûna girseyî ya xwenîşandanan bike. Lewma erkê me hemûya ne ku nehêlin hêzên tepeserker ên rejîmê hênceta serkuta bi xwîn bi dest bînin.

Hevdem digel tev bajarên Kurdistanê li 4ê Xezelwerê, gelê têkoşer ê Mihabadê li dijî rejîma Komara Îslamî daketin qadan û dijî desthilata Komara Îslamî serhildan kirin. Hêzên rejîmê bi lez bajarê Mihabadê milîtarîze kirin û dest bi tepeserkirina û girtina xwenîşanderan kirin, ku heta niha jî metirsiya girtin û kuştinê li ser xelkê serhildêr ê Mihabadê heye.

Em wek Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, bang li hemû gelên li seranserê Kurdistan û Îranê û azadîxwazên li derveyî welat dikin ku bi her hemû şêweyên guncaw piştgiriya xwe ji xelkê serhildêr yên Mihabadê û bajarên din ên Kurdistanê re ragihînin.

Em daxwazê li navendên navdewletî yên mafên mirovî dikin ku li ser xetê bin û rê nedin ku hêzên rejîmê li Mihabadê û bajarên din karesateke mirovî û qirkirinê biafirînin.

Pêwîst e azadîxwazên Kurd û Îranî ên diyasporayê zêdetir beşdariya xwenîşandanan bibin ji bo şermezarkirina zêdetir ya serkut û kuştina xwenîşanderan ji aliyê hêzên rejîmê ve.

Serkevtin ji bo tevgera jin, jiyan, azadî

Mirin û neman bo rejîma Komara Îslamî

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê