“Ehmed Bilal” pêşmergê dêrîn yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi sedema nexweşiyê koça dawî kir.
Roja Duşemî 11`ê Rezberê pêşmergê dêrîn yê PDKÎ “Ehmed Bilal, xelkê bajaroka Peswê a girêdayî bajarê Pîranşarê li temenê 63`ê saliyê de bi sedema nexweşiyê koça dawî kir.
Ehmed Bilal, piştî şoreşa gelên Îranê û eşkerebûna xebeta Partiya Demokrat li sala 1358`an, tevlî refên xebata Hizbê bû û di heyama pêşmergayetiyê de li komîteyên weke, Bane, Pîranşar û Melbenda Spî Seng de erka hizbî ya xwe birê ve bir, û herwisa xwedêjêrazî li tîmên malî û teşkîlatî yên Lacan, Berbinaya Pîranşar, beşên ewlehî, xizmetgozarî û perwerdehiyê de erkên hizbî yên xwe bicih anîne.
Mixabin roja Duşemî 11`ê Rezberê “Ehmed Bilal” piştî temenek xizimetkirin bo gel û nîştimana xwe, berdewamiya rêya xwe spart bi hevçeperên xwe.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê her bi vê hilkeftê, ji malbat û kesûkarên xwedêjêrazî re sersaxiyê dibêje û xwe şirîkê xema wan dizane.