Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam e\ zêdetir ji 8 kes hatin şehîdkirin

11:27 - 28 Çirriya pêşîn 2022

Şeva derbasbûyî 5ê Xezelwerê, serhildana xelkê ku di duyemîn meha xwe de ye li bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam bû.

Xwenîşandan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî: “Sine, Merîwan, Mihabad, Bokan, Seqiz, Bane, Pîranşar, Miyanduav, Kirmaşan, Qesra Şîrîn, Urmiye, Xoremava” û çendîn bajarên din berdewam bû.

Li piraniya wan bajaran ku welatî rijiyabûne ser şeqaman rêyên nava bajar bi agir û maşînan girtin, alaya rejîma Îranê, binke û cihê mana hêzên rejîmê, wêneyên rêberên rejîmê şewitandin, û bi yekîtiyek bêmînak li dijî binyata rejîmê silogan dan.

Li bajarên ku serhildan hebû hêzên rejîmê bi guleyên şer û gaza rondikrêj êrîş kirine ser welatiyan, mixabin pêka amarên ku heta niha hatinî belavkirin zêdetir ji 8 serhildêr hatine şehîdkirin.

Li bajarê Mihabadê 5 welatî, û li bajarê Banê jî 2 kes hatine şehîdkirin, û dehan kes jî hatine birîndarkirin.