Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên seranserî li şeva Pêncşemî 5ê Xezelwerê li Îranê berdewam bû

11:29 - 28 Çirriya pêşîn 2022

Di piraniya bajarên mezin ên Îranê de serhildana xelkê li şeva Pêncşemî berdewam bûn û bi dana siloganan li hember hêzên rejîma Îranê sekinîn.

Êvareya Pêncşemî 5ê Xezelwerê, li bajarên wek Tehran, Tewrêz, Şîraz, Îsfehan, Bender Ebas, Kerc, Zahîdan, Xoremava, Birûcêrd, Ehwaz, Reşt, Lahîcan, Bûşêhr û çendîn bajarên din ên Îranê xelkê serhildêr rijiyane ser şeqaman û di piraniya bajaran de hêzên serkutker ên rejîmê li beranber serhildêran revîne.

Di wan bajaran de xelkê serhildêr, xwendekar, dersxwan û tex û qatên civakê bi silogana jin jiyan azadî, bimre dîktatorî û çendîn siloganên din ên dijî binyata rejîmê dan û bi yekdilî û yekîtî serhildan berfirehtir kirin û di piraniya bajaran de şeqam girtine destê xwe.

Hêzên rejîma Îranê di piraniya wan bajaran de gulleyên şer, gulleyên saçmeyî, gaza bîber bi kar anîne û bi awayê hovane xelk serkut kirine û bi kom xelk binçav kirine.