Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê Navenda 15`ê Xordad ya nîve fermî ya rejîma Îslamî tehrîm kir

12:06 - 29 Çirriya pêşîn 2022

Duh Înê 6`ê Xezelwerê îdareya kontrolkirina darayên derve yên Wezareta Xezînerdarî ya Amerîkayê Navenda 15`ê Xordad ya rejîma Îslamî bi sebeba diyarî kirina xelata çend milyon Dolarî bo qetlkirina nivîskarê naskirî yê Birîtaniyayî- Amerîkî Selman Roşdî tehrîm kir.

Pêka daxuyaniya Ofêk a Amerîkayê, Navenda olî ya nîve fermî ya 15`ê Xordadê, piştî fîtwaya Xomeynî ya li sala 1367`an li derheq qetla Selman Roşdî, nivîskarê naskirî yê Amerîkî-Birîtanî, xelata çend milyon Dolarî bo her kesê ku bikare wî bikuje diyar kir.

Herwisa,Brian Nelson, Cîgirê Wezîrê Xezînedarî yê Amerîkayê yê li karûbarên dijî terorîzm û îtlata`ata darayî de, di vê daxûyaniyê de li ser biryardariya tund ya Amerîkayê bo rawestana li hember gefên rayedarên Îranê li dijî mafên gerdûnî yên azadiya ramanê û azadiya olî tekezî kir.

Di Xermanana sala 1391`an de, navenda olî ya nîve fermî ya 15`ê Xordadê ya rejîma Îslamî ku, yek ji tayên binkeya “Bergeha Cîbicîkar a Ferman a Îmam” e û di bin çavdêriya rêberê rejîma Îslamî de tê birêvebirin, bo qetlkirina Selman Roşdî 500 hezar dolar ji vê xelatê zêde kir.