Şeva derbasbûyî 6`ê Xezelwerê hêzên rejîma Îranê bi gulleyên şer û gulleyên saçimeyî êrîş kirine ser xvetingeha “22`ê Gulan” û xevtingeha “Fatimiya 3” a xwandekarên Zanista Pizîşkî ya zanîngeha Sinê li wî bajarî de û bi awayekê hovane û rasterat teqe ji derî û pencereyên wê xevtingehê kirin.
Di encama êrîşa hêzên rejîmê û teqeya raste rast a wam, çendîn xwandekar bi dijwarî birîndar bûn.
Xevtingeha 22`ê Gulanê û “Fatimiya 3” ji çend avahiyên mezin pêk hatine ku, beşa keç û xortan cudaye û şeva derbasbûyî tev xwandekaran li hember pencereyên xevtingehê li dijî rejîma Îranê silogana “Mirin bo dîktator” û çendîn siloganên din li dijî berpirsên zanîngeh û xevtingehên ku hevkarî didan hêzên rejîmê dan.
Lewma hêzên rejîmê bi sedema kombûna wan xwandekaran di nava xevtingehê û dana siloganan bi gulleyan êrîş kirine ser wan.