Îro Şemî 7`ê Xezelwerê xwandekarên zanîngeha Zanista Pizîşkî ya bajarê “Sinê” bo nîşandana bêzariyê ji rejîma Îranê û êrîşa şeva derbasbûyî bo ser xevtingehên “22`ê Golan û Fatimiya 3” yên wê zanîngehê li hember zanînghê xwenîşandanek berfireh lidar xistin.
Xwandekaran bihevre û bi kerib û kînek zêde li dijî rejîmê silogan dan û herwisa bi dengek bilind silogana “Mirin bo caş” û “Carek din Xezelwer hat demsala Şoreşê hat” dan.
Ew kombûna xwandekaran di demekê de ye ku, şeva derbasbûyî hin ji berpirsên xwandingehê gef ji wan xwaribûn û bi wan re ragihandibûn ku ger kom bibin, dê hevkariya hêzên rejîmê bikin ku wan binçav bikin û dê wan ji zanîngehê derbixînin.
Herwisa ji aliyek din ve jî, beşek zêde ji pizîşkên Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyekê ragihandin, bi sedema bêrêzî û êrîşa şeva derbas bûyî bo ser xwandekarên zanîngeha Zanista Pizîşkî, heta dema bersivdana navendên pêwendîdar, dê girevê bigirin û bilî neştergeriyên lezgîn û hewce ti karek din encam nadin.