Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê di 6`ê Xezelwerê jî li ser şeqaman serhildan kirin

15:31 - 29 Çirriya pêşîn 2022

Roja Înê 6`ê Xelzelwerê di çendîn bajarên Îranê de xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma Îranê serhildan kirin û hêzên rejîmê di hember de bi gulleyên şer û saçmeyî teqe li serhildêran kirin.

Roja Înê 6`ê Xezelwerê, li demjimêrên şevê, xwendekar, dersxwan û xelkê din ên Îranê rijiyane ser şeqaman û li dijî binyata rejîma Îranê silogan dan, û hêzên rejîmê bo rêgirîkirin ji serhildana xelkê gulleyên şer, gulleyên saçemyî û gaza bîberê bi kar anîne û bi awayê hovane xelk kutane û xelkê jî bersiva wan daye.

Di bajarên weke, Tehran, Birûcird, Benderebas, Xuremabada, Îsfehan Meşhed, Erak, Amol, Babol, “Sîstan û Belîçistanê”, Lahîcan , Kerec, Tenkabon û çendîn bajarên din ên Îranê xelk bi siloganên “Jin Jiyan Azadî, û Bimre dîktaror” û çendîn siloganên din li dijî binyata rejîmê rijiyane ser şeqaman.

Herwisa di çendîn zanîngehên Îranê yên weke “Emîr Kebîr, Xwacê Nesîr, Cundî Şapûr” û çendîn zanîngehên din, xwenîşan li dijî binyata rejîmê lidar xistin û hêzên ewlehî û întizamî yên rejîmê, çendîn kes û xwendekar li ser şeqaman binçav kirin û di çend zanîngehên weke zanîngeha “Cundî Şapûr” de, hêzên serkutker ên ewlehî û Întizamî rijiyan nav xevvtingehan û bi zorê xwendekar binçav kirine.