Malpera nûçe ya “Întersêpt” a Amerîkayê daye zanîn ku, rejîma Îranê bi mifah vergirtin ji bernameya “Siyam”, telefonên xwenîşanderan kontrol dike û cihê wan kesan peyda dike.
Malpera nûçe ya “Întersêpt” a Amerîkayê eşkere kiriye, sîstema kampiyûterî ya “Siyam”ê, 40 taybetmendiyên sîxurîkirinê hene ku, li sîstema mobaylên Îranê de hatiye bikaranîn û bi operatorên mobaylan re derfetê dide ku hejmarek zêde ji kontrolkirinan ji rêya dûr bo guherîn, alozkirin û çavdêrîkirin li ser bikarhêneran encam bidin.
Bi rêya vê sîstemê, rejîm dikare lezgîniya înternetê li mobaylan kêm an qut bike, koda pêwendîgirtinê bişkêne û cihê bikarhênerên telefonê nîşan bide û pêwendiyên di navbera mobaylan tomar bike.
Karnasan dane zanîn, sîstema “Siyam” metirsiyek rasterast bo ser xwenîşanderên bi dijî rejîmê ye.
Herwisa “Întersêpt” a Amerîkayê daye zanîn ku, sîstema “Siyam” bi zamanê Farsî ye û ji aliyê “Îdareya Giştî ya Ewlehiya Sîstemên Pêwendiyan” ve hatiye berhemanîn.