Şeva derbasbûyî 6`ê Xezelwerê hêzên rejîma Îranê êrîşkirine ser xevtingeha “Cundî Şapûrî” a bajarê “Ehwaz”ê û bi awayek hovane xwandekarên wê xevtingehê binçav kirin.
Li xevtingeha “Cundî Şapûr” xwandekaran li dijî rejîma Îranê û binyata wê rejîmê silogan dan, lewma hêzên rejîmê êrîş kirine ser wan.
Pêka dîmenên hatinî belavkirin hêzên rejîmê bi çekan û bi hevkariya berpirsên xevtingeh û zanîngehê çûne nava xevtingehê û 3`ê xwandekar binçavkirine û bi ambolansan kesên binçavkirî veguhastine.
Herwisa hatiye belav kirin, heta demjimêr 4:00 sipêdê xevtingeh di bin çavedêriya hêzên rejîma Îranê de bûye.
Her di vê derheqê de, roja Şemî 7`ê Xezelwerê, xwandekarên zanîngeha Zanista Pizîşkî ya “Cundî Şapûr” a bajarê “Ehwaz”ê, li hember wê zanîngehê kombûn û xwenîşandan lider xistin û bi silogana “Azadî Azadî” daxwaza azadkirina xwandekarên binçavkirî kirin û li dijî cinayetên rejîm kerib û kîna xwe nîşan dan.