Roja Sêşemî 12`ê Rezberê 19emîn roja serhiladanên seranserî li Kurdistan û Îranê de dersxwanên bajarê Seqizê rijyane ser şeqaman û xwenîşandan lidarxistin û siloganên weke “netirsin em tev bihevre ne”, nerazîbûna xwe nîşan dan.
Her di vê pêwendiyê de bi hilkefta roja cîhanî ya mamosteyan, tev mamosteyên bajarên Kurdistan û Îranê mangirtina seranserî ragihandin û ji xwandekar û dersxwanên dehkên 80`î û 90`ê re gotin bivêriya we heyranbar e û em mamoste ji we dersa bivêrî û azadiyê hîn dibin.
Herwisa xwandekarên zanîngeha Huner a Tehranê jî kombûnên nerazîbûnê lidarixistin û siloganên weke “hincî hincî kirin û Şerîf di xwînê de sor kirin” dan û kerb û kîna xwe li hember serkutkariyên hovane yên hêzên serkutkar yên rejîmê nîşan dan.