Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî Kurdistanê koça dawiyê kir

16:51 - 29 Çirriya pêşîn 2022

Xwedêjêrazî “Qazê Elyaspûr Husênî” dayîka şehîd “Ebdulrehman Ensarî” di bajarê Urmiyê de koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî  “Qazê Elyaspûr Husênî” hevjîna xwedêjêrazî “Mihemed Ensarî” û dayîka şehîdê Kurd û Kurdistanê şehîd “Ebdulrehman Ensarî” bi sedema bi temenbûnê di bajarê Urmiyê de koça dawiyê kir.

Şehîd “Ebdulrehman Ensarî” kadrê bi wec ê Hizba Demokrat di sala 1344`an Rojî de li gundê “Gunbet”a ser bi devera Somayê jidayîk bibû, şehîd “Ebdulrehman Ensarî” di 21`ê Gelawêja sala 1366`an a Rojî, di gundê “Maferan”ê ser bi devera Biradost a bajarê Urmiyê, bi sedema rapora xwefiroşekî kevte nav dorpêça hêzên rejîma Îranê û piştî şerek qehremanane, digel 2 hevalên xwe yên bi navê şehîd “Husên Mihemedî û Mihemed Eliyar” hatin şehîdkirin.

Xwedêjêrajî “Qazê Elyaspûr Husênî” tevî jiyanek gelek dijwar, di temenê xwe yê bi serbilindî de, hertim  şanazî bi kurê xwe yê şehîd dikir.

Pêka biryara malbata “Qazê Elyaspûr Husênî” termê wê dayîka şehîd, dê li goristana gundê “Qesrika Hetembeg” dê bi axa pîroza Kurdistanê bê spartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê serxasiyê dibêje, malbat û kesûkarên xwedêjêrazî “Qazê Elyaspûr Husênî” û xwe şirîkê xema wan dizane.