Roja Înê 6`ê Xezelwerê, Saziya Nûçegihanên bêsînor di daxuyaniyekê de ragihandiye ku 43 Rojnamevan ku heval û zanyarî û rewşa xwenîşandanên xelkê Îranê belav dikirin û li hember kuştina xwenîşanderan nerazîbûna xwe nîşan didan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçav kirin û bi sîxor hatine nasandin.
Herwisa di beşek din a wê daxuyaniyê de hatiye berpirsê giştî yê saziya Nûçegihanên bê sînor ragihandiye ku, berpirsên payebilind yên rejîma Îranê şerê xwe digel mediya û ragehandinê serbixwe zêde kiriye û bi awayek hovane li hember rojnamevanan derdikevin û givaşek zêde dixe ser rojnamevanên derveyî Îranê û gefa kuştin û revandinê ji wan dixwe, û rejîma Îranê piştî welatê “Çîn û Miyanmar”ê sêyemîn welat e ku xwediyê meznitirîn girtîgeha rojnamevana ye.