Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarên Rojhilatê Kurdistanê carek din mangirtin

17:14 - 29 Çirriya pêşîn 2022

Îro Şemî 7`ê Xezelwerê,bazariyên bajarên Rojhilatê Kurdistanê tevî hebûna xelkê serhildêr di nava şeqam, zanîngeh û xwandingehan carek din mangirtin û bi awayekî seranserî dukan û bazarên xwe daxistin.

Bajarên weke: “ Mehabad, Bane, Kamêran, Sine,Ruwanser, Serdeşt” û hin bajarên din mangirtin û dukan û bazarên xwe daxistin.

Ev heyama du mehane ku li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi roj welatî dukan û bazarên xwe dadixin û bi mana seranserî digrin û bi şev li ser şeqaman li dijî rejîma Îranê û binyata wê rejîmê xwenîşandan lidar dixînin.