Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zincîreya Mirovî li dijî rejîma Îranê li zêdetir ji 80 bajaran li cîhanê dê bê lidar xistin

18:45 - 29 Çirriya pêşîn 2022

Biryar e ku zincîreya mirovî bo bi fermînaskirina serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li zêdetir ji 80`ê bajarên di welatên cuda ên cîhanê bê lidar xistin û ji New Zealand û Australia yê destpê kiriye.

Piştî banghîjiya encumena canjidestdayên balafira rêvîngî ya Ukraynê, li roja Şemî 7`ê Xezelwerê beranber 29`ê “Çiriya Pêşîn”, zincîreya mirovî bo piştevanîkirin li serhildana xelkê Îranê li dijî rejîma Îranê li New Zealand û Australia yê hat lidarxistin û biryar e ku di zêdetir ji 80 bajarên cuda yên cîhanê bê lidar xistin û daxuyaniyek jî hatiye belavkirin.

Di vê daxuyaniyê de carek din ji welatên rojavayî daxwaz hat kirin ku, danûstandinan digel rejîma Îranê bi dawî bînin û serhildana xelkê Îranê bi fermî nas bikin.

Herwisa di vê daxuayniyê de ji welatên cîhanê û saziyên navnetewî daxwaz hatiye kirin ku balyoz û nûnerên rejîma Îranê ji welatên xwe derxînin û înterneta azad bo xelkê Îranê dabîn bikin.

Zincîreya mirovî heta niha di çendîn bajarên New Zealand û Australiyayê de bi rê ve çûne û hêdî hêdî, dê li bajarên din ên cîhanê bi rê ve here.