Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara şehîdbûna serhildêran; 283 kes hatine şehîdkirin

11:11 - 30 Çirriya pêşîn 2022

“HRANA” Organa Nûçeyî ya komek ji çalakvanên mafê mirovî li Îranê, dawî amara xwe belav kir û daye zanîn, ji 26`ê Xermananê heta roja 7`ê Xezelwerê, di nav xwenîşandanên seranserî yên Îranê de 283 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin.

Wê navenda mafê mirovî diyar kiriye ku, di nav wan şehîdan de 44 xwenîşander zarok in.

HRANA” daye zanîn, di destpêka serhildana seranserî ya li Îran û Kurdistanê, 14052 xwenîşander ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin ku tenê nasnameya 1077 kesan hatiye rohnkirin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê jî, di dawîn amara xwe de daye zanîn ku, li Rojhilatê Kurdistanê 51 xwenîşander di nav serhildana li Kurdistnê hatine şehîdkirin.