Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan li bajarên Îranê berdewam e

11:14 - 30 Çirriya pêşîn 2022

Şeva derbasbûyî 7`ê Xezelwerê li dehan bajarên mezin yên Îranê xwenîşandan berdewam bû, û xelkê serhildêr berxwedaniya xwe li dijî rejîma Îranê domandin.

Xwenîşanderan tevî dana siloganan li dijî rejîma Îranê û binyata wê rejîmê, êrîşkirine ser navendên girîng yên rejîmê, û wêneyên rêberê rejîmê û alaya rejîmê û benêrên Qasim Silêmaniyê terorîst weke berê carek din şewitandin, û bi agir û maşînan rêyên nava bajar girtin.

Herwisa hêzên rejîmê jî, weke her berê bi awayek hovane, bi gulleyên şer, gulleyên saçimeyî û gaza rundikrêj êrîşî ser xelkê kirine û hejmarek zêde hevwelatî birîndar kirin û beşek ji wan bi birîndarî binçav kirine.

Li bajarên weke: “Tehran, Kerec, Meşhed, Benderebas, Hemedan, Erak, Astara, Meraxe, Birûcêrd, Kirman, Ehwaz, Reşt, Gîlan, Abadan, Bêcinûrd,” û çendîn bajarên din yên Îranê xwenîşandan berdewam bûn.