Li zanîngehên Kurdistan û Îranê xwenîşandan li dijî rejîma Îranê tevî serkutkarî û teqeya raste rast yên hêzên rejîmê ji wan xwandekaran berdewam e.
Xwenîşandanên xwandekaran li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li sipêdeya roja Şemî 7`ê Xezelwerê bi awayek berfireh piştî êrîşa şeva Înê bo ser xwandekran li xewtingehên xwandekarên bajarên Sinê û Ehwazê destpêkir û heta Îro 8`ê Xezelwerê berdewam e.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê li çendîn zanîngehên Tehranê û li zanîngeha Teknîkî ya bajarê Sine, Şîraz, Eboelî ya Hemedanê, Xacenesîr û zanîngeha navneteweyî ya Qezivînê,xwenîşandana xwandekaran carek din serhilda.