Şeva derbasbûyî li bajarê Pîranşarê xelkê serhildêr yên wî bajarî li çepera şeqaman de amadebûn û xwenîşandan li dijî rejîma Îranê bi dana siloganan û girtina rêyan berdewam kirin.
Herwisa jin û keçên bivêr bi dengê bilind û bi silogana “Qasimlo, Qasimlo rê û rêbaza te berdewame” tirs xistin nav dilê dijminê dagîrker de.
ji aliyek din ve jî, li bajarê Mihabadê li çendîn mizgevtan de sirûdên şoreşgerî li ser bilindgoyên wan hatine belavkirin û di yek ji wan dîmenan de sirûda “ey mamosteyê mezin û zana” jî he ye .